FilistînNûçeRojhilatanavin

Du şehîd û sedan birîndarên filistînî li îna heftan a xwenîşandana Mafê Vegerînê

Bingehên filistînî ji zêdebûna şehîd û birîndarên filistînî li îna heftan a xwenîşandana Mafê Vegerînê li Zîvala Gazayê xeber dan.

Li gor rapora IRIB Newsê, Xwenîşandana filistîniyên Zîvala Gazayê ya Heqê Zivirînê duh îniyê ser navê îniya Hişyariyê bi hizûra berfire ya filistîniyan li navçên sînoriye Zîvala Gazayê birê ket.

Hatiye ragihandin ku ji ber êrişa eskerên Rejîma Siyonîstî ser xwenîşanderên Filistînî du filistînî şehîd û zêde ji 450 kes jî birîndar bûne.

Piştî ku duh înê nimêjkerên filistînî xwenîşandana xwe ya dijî Rejîma Siyonîstî destpê kirin, ketine ber hedefa gullên siyonîstan.

Xwenîşandana aram a Mafê Vegerê ji 30`yê Çilleya buhurî ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gazeyê destpê bûye û didome.

Ji 30`yê Çillê va heta niha, 50 filistînî di encama êrişa leşkerên sîyonîst ser pişkdarên vê meşê da şehîd û zêde ji 7 hezar kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu