IraqNûçeRojhilatanavin

Du serkirdeyên DAIŞê li rojavayê Mûsilê hatin kuştin

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê û şerûpevçûneke dijwar de du serkirdeyên DAIŞ li rojavayê wî bajarî hatin kuştin.

Neqîbê di Asayîşa Neynewa de Casim Mihmed ji peyamnêra BasNewsê re ragehand ku, firokeyên Hevpeymaniya Navnetewî opersyonek li dijî avahiya asayîşa DAIşê li rojavayê bajarê Mûsilê pêkanî, di encam de du serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin, ji wan Zekeriya Ebu Şimêsat bi regez Sûrî bû.

Heman berpirsî da zanîn ku, li navçeya Elbeac jî şerûpevçûn ji sedema nakokî û pirsgirêkên navxweyî di navbera çekarên DAIŞê de rûdan.

Ji aliyê xwe ve, eqîd Ebdulsetar Mihsin ji peyamnêra BasNewsê re tekez kir ku, ji encama wan şerûpevçûnên di navbera çekdarên DAIŞê  de waliyê navçeya Beacê Ebu Hemze El-Eferî hate kuştin, hejmareke mezin jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu