Can Bolton, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya koşka sipî, yekşemiyê şevê li Qudsa dagirbûyî tev Binyamîn Nêtanyahû,Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, Nêtanyhaû li vê hevdîtinê, Bolton wek hevalê bê mînak ê Îsraîlê da zanîn û biryarên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji bo dreketina ji rêketina navokî û guhestina balyozxana Emerîka bo Qudsa dagirbûyî dîrokî da zanîn.
Trump 6 Kanûna 2017`an biryara xwe ya bi hellahella ya bifermînaskirina Qudsê weke paytexta Rejîma Siyonîstî ragahnd û fermana guhestina balyozxana Emerîka ji Telavîvê bo Beytulmuqedesê da ku li 14 Gulana 2018`an ev fermana wî cih hat.
Trump serokkomarê Amerîka heştê meha Gulana 2018` an bi dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.
Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, almanya û Yekitiya Ewrûpayê jî wek aliyên rêketinnama navokî destnîşan kirin ku piştgiriyê didine vê havhatina navneteweyî.
Bolton jî li vê hevdîtinê kêfxweşiya xwe li bara sefera Filistîna dagirbûyî diyar kir û tecruba yek û sal nîvî ya xebata dewleta Trump bi kelecan nirxand û îdia kir ku bernama navokî ya Îranê, pirsgirêkek bo Îsraîlê, navçê û cîhanê ye.
Ev gotinên pêkenî yên Bolton û Nêtanyahû li halekê ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê heya niha bi caran ser bi aşitîbûna xebatên navokî yên Îranê teqez kiriye.
Komara Îslamî ya Îranê li rawestana li ber komplo û kiryarên mêhwera emerîkî – siyonîstî li navçeyê rola bingehîn heye.