ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: Divê zirûfên cîhanî dijî terorîsmê werin bi karanîn

Alîkarê taybet ê serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, li kar û barên navneteweyî, got: Divê hemû zirûfên cîhanî dijî terorîsmê werin bi karanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Hisên Emîrebdullahiyan, alîkarê taybet ê serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê li kar û barên navneteweyî, bi şermezarkirina cinayetên terorîstî yên vê dawiyê li Kabul û Bexdayê, destnîşan kir, divê hemû zirûfên cîhanî çalak bibin ta ku ev bawera çê bibe ku terorîst gihîştine dawiya riya xwe û di dahatiyê de, tu cihek ji bo wan tuneye.

Hisên Emîrebdullahiyan herwiha got, dewama şaşitiya stratejîk a hin qawetên bi bandor li navçeyê û derveyî navçê, nahêle ku aştî û şerrê dijî terorîsmê, serê xwe bigirin.

Wî destnîşan kir, behrewergirtina welatan ji hemû zirûfên dîplomasiya parlemanî, fermî û dîplomasiya giştî ya bona alîkariya bo serêxwegirtina aştî û aramiyê û tenahiya gelan li rewşa dîrokî ya niha, pêwîstiyeke berbiçav e.

Emîrebdullahiyan herwiha got, Têhran û Moskova, wê hevkariyên xwe yên hevpar di warê şerrê dijî terorîsmê û alîkariya bo Sûriyê, bi awayekî bihêz, bidomînin.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê, destnîşan kir, xurtkirina hevkariyên di navbera parlimanan de û beşdariya çalak û bi bandor a nûnerên meclisê li civakên navneteweyî, ji aliyê serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê ve bi awayekî taybet, di dewra nû de tê pêgîrîkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu