Du taxên din yên bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin rizgarkirin. Operasyona rizgarkirina Mûsilê didome. Hêzên Iraqî îro taxên “Nebî Şît” û “Igêdat” li aliyê rojavayê bajêr ji destê DAIŞê derxistin.
Derheqê wê operasyonê de fermandeyê şerê Mûsilê Ebdulemîr Reşîd Yarella ragihand, di dema rizgarkirina wan taxan de gelek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ziyanek mezin li wan ket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)