IraqNûçeRojhilatanavin

Du terorîstên DAIŞê li Kerkûkê hatin girtin

Rêveberê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê ragehand, du çekdarên DAIŞê li nav Kerkûkê û sînorê derdora Kerkûkê hatin girtin.

Rêveberê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ragehand: ‘’Me du terorîstên DAIŞê girtin, yek ji wan li sînorê qeza Daqûqê, yê din jî di nav Kerkûkê de hat girtin, yek ji wan xwast li sînorê Mexmûrê ve bête Kerkûkê, yê din jî li gel koçberan hatibû nav Kerkûkê.’’

Rêveberê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê got, 2 terorîstên DAIŞê yên hatine girtin, beşdarî hemû şerên li sînorê parêzgeha Selahedîn û derdora wê kirine û li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê jî şer kirine, di dema serjê kirina Pêşmerge ya li Hewîcê ew jî beşdar bûne, di çarçoveya lêpirsîn û lêkolînan de ew tewanên ku kirine lê mûkir hatin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu