FilistînNûçeRojhilatanavin

Plana Rêjîma Sîyonîst ji bo bêdengkirina bangê li Qudsa rojhilat

Televîzyona rêjîma Sîyonîst derbarê plana şaredarîya vê rêjîmê ya li Qudsa rojhilatê ji bo bêdengkirina banga nimêjê li mizgevtên vî şarî da agahî da.

Kanala 2 a televîzyona Rêjîma Sîyonîst îro di raporetekê da ragihand ku li gorî vê planê, Rêjîma Sîyonîst dil heye bi heceta ku dengê bilindgoyên mizgevtan zêde ye, bilindgoyên biçûk dayne dewsa wan û şaredarîya Qudsê desthilata biryardayîna jibo kêmkirina dengê banga nimêjê li mizgevtên Qudsê daye polîsên vê rêjîmê.

Di plana hanê da şarên Beit Safafa، Beit Hanina، Jabel Mukaber û Shuafatê bi awayekî taybet bûne armanc.

Kabîna Rêjîma Sîyonîst bi merema serdestîya zêdetir li Qudsê û jinavbirina nîşan û nasnama islamî ya vî warê pîroz û di vê çarçovê da ku îmaja sîyonîstan li vî warê pîroz ê islamî bike çendekê berî niha jî qanûna qedexekirina belavkirina engê banga nimêjê li parlimana vê rêjîmê raber kir ku li gorî wê belavkirina dengê banga nimêjê dê ji siet 11`ê şevê va heta 7`ê sibê were qedexekirinê.

Başa dön tuşu