BehreynNûçeRojhilatanavin

Dubarebûna îdiayên derew ên Rêjîma Behrêyînê dijî Îranê

Rejîma Behrêyînê bona xalifandina raya giştî ji ser cinayetên Alê Xelîfe dijî xelkê vî welatî carek din îdia kir ku xwetêkeliya Îranê li nav karûbarên vî welatî bûye sebeba çêbûna aloziya nav Behrêyînê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Wezareta karên hundir a Behrêyînê duh yekşemê tevî tawanbarkirina Îranê bi xwetêkeliya nav karûbarên hundirîn yên vî welatî, îdia kir ku vî welatî grûpeke xirankar ku peywendî bi Têhranê hebûye girtiye.

Wezareta karên hundir a Behrêyînê li vê îdiaya xwe destnîşan kir; Kesên ku hatine girtin di bin çavdêriya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê da perwerde bûne û ji wan hinek çek û sîlah û madeyên teqandinî jî hatine girtin.

Eva şeş sal in ji ber ku Rejîma Alê Xelîfe gellek ji neyar, xebatkarên medenî, rojnamevan û şexsiyetên mezin yên ku neyarê siyaseta Rejîma Alê Xelîfe ne girtine, ji aliyê saziyên navnetewî yên berevanê mafên mirovan va, ketiye ber zextûzorê; Loma bona veşartina van cinayetên xwe bêyî tu belgeyeke rastîn bi caran heta niha Îran bi destwerdanan li karûbarên hundirîn ên xwe tawanbar kiriye.

Lim gorî rapora saziyên navnetewî, hejmara girtiyên Behrêyînê yên siyasî li gorî gelheya vî welatî ji hemû welatên cîhanê zêdetir e.

Xelkê Behrêyînê li meş û xwenîşandanên xwe yên aram, ji karbidestên vî welatî xwestine ku îdaletê pêk bînin û ji Rejîma Alê Xelîfe jî xwestine ku kutahiyê bide cihêkariyên nav vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu