AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Biryarnameyên niftê yên Îranê boykotan dişkîne

Wezîrê niftê yê Îranê got: Girêbestên nû yên niftê yên Îranê bi şîrketên mezin ên cîhanê dîwarê boykotan bi tamî dişkîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Bîjen Namdar Zengene, wezîrê niftê yê Îranê roja yekşemiyê li civîna prosa kivşkirina qanûnan, pêwîstî û rêçareyan li Têhranê destnîşan kir: çalakbûna projên pêşeya niftê û girêdana girêbestên mezin ên niftê tevî xirabkirina dîwarê boykotan ser serê siyonîstan û dijminên Îranê dê bibe sedema zêdebûna kar û şuxulan û geşatiya Komara Îslamî ya Îranê.

Wezîrê niftê yê Îranê bal kişand ser hez û meyla zêde ya biyaniyan bi taybet ewrûpî û asiyayiyan bona beşdariya li bazara Îranê û destnîşan kir: Ev heza heta dikare bibe sedema nerimbûna helwestên emerîkiyan li hember Îranê.

Zengene got: Pêşniyara plana rawestandina niftê ji aliyê Erebistanê bi curekê bixwe boykoteke xwebexşane ye ji ber ku ev welata bi brehemanîna rojê 10 milyon bermîl nifta xav, salê ji vê babetê va gelek zirarê dike li halekî ku Îran bi texmînkirina nifta 40 dolarî li bûdceya îsal dikare xwe îdare bike.

Wezîrê niftê yê Îranê bal kişand ser kêm û zêdebûna buhaya niftê li bazara cîhanî û destnîşan kir: Beşeke zêde ji kêmbûna bihaya nifftê ji ber kiryarên siûdiyan e.

Zengene destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê bona wergirtina para xwe li berhemanîna niftê û gihêştian bo zirûfa berhemanîna 4 milyon bermîla nifta xav li rojê her karekî dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu