ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Dûhata agirbesên lawaz û sist li Yemenê

Jibo cara çendan li Yemenê, agirbes cih hat û Erebistan wekî her carî, li saetên destpêkê ew binpê kir.

Agirbesa 72 saetî ya li Yemenê û ya ku muhtemel e dema wê were dirêjkirin, ji sibeha roja 20`ê Cotmehê ve bi çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) dest pê bûye. Şerrê Erebistanê dijî Yemenê dikeve meha xwe ya bîstemîn lê welatên hêzxurt naxwazin ku qeyrana Yemenê bi dawî bînin, bi hewldana Îsmaîl Weled El Şêx, çend caran di navbera komên yemenî de, gotûbêj pêk hatine.

Encama herî girîng a ku ji gotûbêjên xwecî bi dest ketin, pêkanîna agirbesên demkî û çendrojî bû ku ji aliyê Alê Siûd ve hate binpêkirin.

Agirbesa roja 20`ê Cotmehê jî bi pejirandina Melêk Selman, paşayê Siûdî û li ser daxwaza Ebd Rebe Mensûr Hadî, serokkomarê destjikarberdayî yê Yemenê, dest pê bû, lê balafirên cengî yên Erebistanê, careka din hin navçeyên Yemenê dan ber bombeyan ta ku Alê Siûd careka din agirbesê li saetên destpêka wê, binpê bike.

Hêzên artêşê û yên komîteyên gelanî yên Yemenê, jî li bersiva li hember êrişên siûdiyan, êriş birin ser pêgehên kirêgirtiyên Erebistanê yên li parêzgehên Lehec û û Hecê li başûr û rojavayê Yemenê ku di encama wê de hejmarek ji wan hatin kuştin û û hejmareka din birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu