ÎranNûçeRojhilatanavin

Dûhatên binpêkirina Lihevkirina Navokî ji bo Amerîkayê

Destyar û rawêjakrê derecebilind ê fermandarê giranqedr ê gişt hêzên Komara Îslamî ya Îranê got: Binpêkirina Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê (nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar) got: Lihevkirina Navokî dê ji bo amerîkiyan pirrxerc be.

Serleşker pasdar Seyd Yehya Rehîm Sefewî Destyar û rawêjakrê derecebilind ê fermandarê giranqedr ê gişt hêzên Komara Îslamî ya Îranê li bernemeya Gotûbêja Nûçeyî ya kanala 2`ya têlêvîziyona Îranê li bara ihtimala têkbirina Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê ji aliyê serokomarê teze yê Amerîkayê va her viha got: Her serokomarek ku li Asmerîkayê bibe desthilatdar neçar e ku pişta siyonîstan bigire; Lê têkbirna Lihevkirina Navokî dê şaşitiyeke stratijîk be.

Serleşker Rehîm Sefewî Destyar û rawêjakrê derecebilind ê fermandarê giranqedr ê gişt hêzên Komara Îslamî ya Îranê li bara bidestxistina yekîttî û yekdengiyê li cîhana îslamê jî got: Heke welatên îslamî li dû hevgirtin û yekdengiyê ne dikarin bi pêkanîna bazareke hevpar an diyarkirna diravekî yekîne û zêdekirina peywendiyên xwe yên ticarî vî karî dest pê bikin.

Serokê Enstîtûya Lêkolîna li ser Pêşerojê ya Cîhana Îslamê koka pirsgirêkên  jêopolotîk ên herî sereke  li cîhana îslamê hebûna Rêjîma Siyonîst û destwerdanên Amerîkayê da zanîn û destnîşan kir: Welatên îslamî divê ji bo çareserkirina van qeyranan yekdengiyekê bi dest bixin.

Fermandarê berê yê Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li beşeke din a gotinên xwe xwenîşandanên itirazî li Amerîakyê piştî bijartina serokomarê vî welatî birêxistinkirî da zanîn û got: Tramp wê helwêsta xwe li bara welatên navçeyê biguherîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu