FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Durişma Mirin Jibo Israyîlê ya gelê Îranê li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê

Gelê Îranê bi pişkdarîya berfire û bicoş a xwe li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, bi durişma Mirin Jibo Israyîlê û Mirin Jibo Zorbêjan, bêzarîya xwe ji zilimkarên cîhanê ragihandin.

Gelê Îranê îro di înîya herîdawîyê ya meha bimbarek a Remezanê da hevgavê Roja Cîhanî ya Qudsê li seranserî welêt û bi durişma “ roja cîhanî ya Qudsê remza tifaq û cihada ometa islamî, piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê, têkçûna vebirr a Rêjîma Sîyonîst“ mirina jibo Israyîl û Amerîkayê qîrîyan.

Pişkdarên meşa Roja Cîhanî ya Qudsê bi rakirina pankardan dagirkerîyên Rêjîma Sîyonîst şermezar kirin û peymana bi armanca azadkirina Qudsa şerîf dubare kirin.

Kêmîneyên mezhebî jî bi pişkdarîya li merasima Roja Cîhanî ya Qudsê wek nîşana dijberîya li hemberî zilmê, cinayetên dijî mirovantîyê yên rêjîma dagirkerê Qudsê şermezar kirin.

Serokkomar, serokê parlimanê û serokê dezgeha dadwerîyê, rayedarên leşkerî û îdarî yên Komara Islamî ya Îranê, hevgavê gelê welêt, piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê qîrîyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu