Duyemîn civîna fermî ya pêncemîn dewra Meclisa Xibreyên Rêvebirîyê (Şarezayên Rêvebirîyê) ku ji duh va destpê bibû, îro li Têhranê bi xwendina daxûyanîyekê bidawî hat
Endamên Meclisa Xibreyên Rêvebirîyê di vê daxûyanîyê da bi pêkutîya li ser inqilabîbûn û karkirina bi şêwaza inqilabî ya vê dezgeha bibandor, bi palpiştîya îman û serdestîya gelanî ya dînî, qedrê gelê Îranê ku careka din di destpêka 39`emîn salvegera serketina inqilaba islamî de bersiva erê dan peyama rêberê qedirgiran ê inqilabê û bi awayekî xurt û hevgirtî li hemberî hemî kiryar û gefên Amerîkaya cinayetkar li meşa roja 22`yê Behmenê (10 Sibatê) bersiv dan, girtin.
Meclisa Xibreyên Rêvebirîyê herwiha bi pêkutîya ser vê yekê ku istiratêjîya nifûz, têketin û serdestîyê li warên curbicur ên wê, ji wan sîyasetên Amerîkayê li dijî inqilaba islamî ya Îranê ye, bibîr xist, bê guman yek ji armancên dijminên nizama islamî bandordanîna li ser bawerîyên dînî û inqilabî, berfirekirina kar û kiryarên li dijî nirxan, lawazkirina çanda dînî û xwecî, reşkirin û dilsarkirina ciwanan li bara destkevtên inqilaba islamî û bandordanîna ser navendên biryardayînê û kifşkerên biryarê ye ku ji ber vê yekê baldarî û hişyarî nemaze ya berpirsan jibo sekinîna li hemberî wê pêwîst e.
Di vê daxûyanîyê da herwiha hatîye gotin ku meseleya girîng û dilgiranîya cidî ya cehana islamê, meseleya Filistînê û xem û kesera gelê bihedar û berxwedêr ê vî welatî ye û mijara pirrkeser a Filistînê bûye sedem ku wîjdanê misilmanan û hemî azadîxwazên cehanê biêşe.
Meclisa Xibreyên Rêvebirîyê di vê daxûyanîyê da pêkutî kirîye ku zorbêjên cehanî û di serî da Amerîka û Rêjîma Sîyonîst, berpirsên sereke yên kiryarên hovane û nemirovane û bihêzkirina komên tekfîrî û têrorîst li herêmê nemaze li Yemen, Sûrîye, Iraq û Behrêynê ne û dîyar kirîye: Wîjdanên hişyar ên navnetewî û dewlet û civakên misilman divê pêngavên vebirr li hemberî van cinayetana rakin.
Endamên Meclisa Xibreyên Rêvebirîyê dê sibê herin ser tirba paqij a Îmam Xumêynî rehmeta Xwedê lê be û beyeta xwe ligel armancên xîmdanerê Komara Islamî ya Îranê dubare bikin û yê paşê herin serdana hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)