İslami Davet Kurdi Bange İslami

Duyemîn şeva şîngêrîya jibo hezreta Fatime (S) bi amadebûna rêberê giranqedir ê cihanê

Duyemîn şeva merasima şîngêrîya ji ber salvegera şehîdbûna hezreta Fatimeya Zehra (S) bi amadebûna rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî li husêynîya Îmam Xumêynî (RE) a Têhranê destpê bû.

Li gorî rapora nivîsgeha parastin û weşandina berhemên hezretê ayetulah Xaminêyî, ev merasima ku îro bi xwendina nimêja mexrib û eşayê li husêynîya Îmam Xumêynî (RE) a Têhranê destpê bû, bi axavtrin û tazîdarîya bi amadebûna rêberê giranqedir ê inqilabê didome.

Şeva buhurî jî yekemîn şeva merasima tazîdarîya ji ber salvegera şehîdbûna hezreta Fatimeya Zehra (S) bi amadebûna rêberê qedirgiran ê inqilabê, serokên meclis û dezgeha dadwerîyê, hejmarek ji berpirs û çîn û qatên gelê Îranê li husêynîya Îmam Xumêynî (RE) a Têhranê hat lidarxistinê.

Merasima heyama tazîdarîya ji ber salvegera şehîdbûna hezreta Fatimeya Zehra (S) ji duşem 27`ê Sibatê va heta roja înîyê 3`êyê Adarê mideha pênc şevan ji dema nimêja mexeb û eşayê va li husêynîya Îmam Xumêynî (RE) a Têhranê tê lidarxistin.

Pêncşem 3`yê Cemadî ul Sanî ya sala 1438`ê li gorî riwayetekê salroja şehîdbûna hezreta Fatimeya Zehra (S) keça hêja ya resûlê ekrem hezretê Mihemedê Mistefa (S) û hevsera mîrê moiminan Elî Ibnê Ebîtalib (S) yekem îmamê şîeyên cehanê ye.

Hezreta Fatimeya Zehra (S) li gorî rwayetekê di 13`ê Cemadî ul Ewelê û li gorî riwayetekê jî di 3`yê Cemadî ul Sanîyê ya sala 11`ê hicrî-qemerî şehîd bûye.

Exit mobile version