Balyozxaneya DYAyê ya li Qaîreyê welatiyên xwe yên li Misrê hişyar kir ku neçin cihên qelabalix.
Hişyarî ji ser malpera fermî ya balyozxaneyê hate kirin û hate gotin ku ew ji ber ‘endîşeya ewlehiyê’ hişyari li welatiyên amerîkî dikin.
Di hişyariyê de ji welatiyan hate xwestin ku ew roja yekşemê bila ji sûk, bazar, konser, sînema û cihên qelabalix dûr bisekinin. Derbarê hişyariya DYAyê ji hêla hikumeta Misrê ve ti daxuyaniyek fermî nehate dayîn.(BANGÊ ÎSLÂMİ)