ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf tev Nesrullah

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro tev Seyd Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê El-Ehdê Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku sefera Lubnanê kiriye îro tev seyd Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Luabnanê hevdîtin pêk anî.

Li vê hevdîtinê ku komek ji rêberên Hizbullah lubnanê jî beşdar bibûn her du alî li bara alûgurên  siyasî  yên Lubnanê  û navçê gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê got ku li hevdîtina  tev Temam Selam serokwezîrê niha yê Lubnanê li bara qeyranên siyasî yên navçê bitaybet li Sûriyê û Yemenê gotûbêj kiriye û tekez kiriye ku divê bi zûtirkê pêşiya  xwînrêjiyên li van du welatana were girtin.

Zerîf piştî hevdîtina tev  Temam Selam li gotûbêja  tev nûçegihanan got : Divê rêçareyeke siyasî ya guncaw jibo çareserkirina van du qeyranan were dîtin û hemî tekez bikin ku tenê rêçara van krîzana rêçareya siyasî ye.

Muhemed Cewad Zerîf her wiha  duh tev serokkomarê nû yê Lubnanê hevdîtin pêk anî û daxwaza berfirehkirina  peywendiyên dualî tev Komara Îslamî ya  Îranê li hemî waran  kir.

Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê roja duşemiyê li hevdîtina Zerîf li Beyrûtê spasiya  peyama pîrozbayiyê û peywendiya telefonî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî bijartina  serokkomarê lubnanê kir û ser berfirehkirina peywendiyên dualî li warên curbicur  sekinî.

Zerîf duh berêvarê bi taximeke  siyasî û aborî gihêşt  Beyrûta paytexta Lubnanê û wek yekim rayedarê pilebilind  ê cîhanî tev general Mîşel Ewn serokkomarê nû yê Lubnanê gotûbêj kir.

General Ewn duşemiya heftiya buhurî  bi dengê piraniya  nunerên parlemana  Lubnanê wek serokkomarê 13 an  ê Lubnanê hat bijartin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu