IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Armanca êrîşên têrorîstî pêkanîna aloziya navxweyî ye

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê nasyar bi ISNA`yê ji zarê rojnameya misrî ya Yewm El-Sabiyê, serokwezîrlê Iraqê, Heyder Ebadî berêvariya îniyê, 8`ê Tîrmeha 2016`an, destnîşan kir: DAIŞ hewil dide ku têkçûna xwe ya giran li Felûceya parêzgeha Enbarê û nigeraniya xwe ji viya ku karê wê li Iraqê hêdî hêdî bi dawî tê, cubran bike.

Wî got ku teqîna têrorsîtî ya Beledê û cinayetên ku li navçeya keradê li navenda Berxdayê qewimîn, dikemilîne û bi vî karî xwestin ku tova pevçûnên tayfetiyê li nav iraqiyan bi saya êrîşa li ser baregehên dînî û ziyaretkiran biçînin.

Serokwezîrê Iraqê ji gel û komên siyasî yên Iraqê xwest ku derfeteke viha nedin ber destê dijminên Iraqê û bi saya xurtkirina yekîtiya neteweyî bi merema gihandina Iraqê bo asta ewleh û filitîna ji vîrûsa DAIŞ`ê bi hev ra bibin yek.

Wî got: Cinayetên ku pêk hatine tenê dewleta Iraqê ji bo pêkanîna erkên xwe ji bo têkbirina têrorîsmê û kokbirkirina wê û dewama amadetiya wê ji bo azadkirna Mûsilê buihêztir dike.

Serokwezîrê Iraqê ragihand: Li gorî hewildanên hinek ji kesan ku bi cûrekê ziyan dîtine û berjewendiyên wan ketine ber xeterê û bi cûrekê li pêvajoya rêforman nakokiyan derdixin, hewildana li warê siyasî yê Iraqê herî lihevaliyayîtir ji warê şerê çekdariyê ye.

Li pey êrîşa xwekujiyê li tirba pîroz a zarê îmam Hadî (S) li parêzgeha Selahedînê herîkêm 85 kes hatin kuştin an birîndar bûn.

Li pey vê teqîna xwekujiyê li tirba girêdayî bi `Mihermed` zarê îmam Hadî (S) li navçeya Beledê li parêzgeha Selahedînê herîkêm 35 kes hatin kuştin û 65 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu