IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Azadkirina Mûsilê nêzik e

Serokwezîrê Iraqê qala azadkirina Mûsilê ya di demeke nêzîk da kir.

Li gorî rapora têlêvîziyona Iraqiyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja pêncşemiyê li civîna taxima bilind a hevahengiya parêzgehên Iraqê ragihand: Azadkirina Mûsilê nêzik e  û armanca girîng a Iraqê li vî şerî filitîna ji têrorîsma DAIŞ`î ye.

Ebadî got: Teqînên vê dawiyê li Bexdayê li çarçova hewildana têrorîstan ji bo behrewergirtinnên mêdyayî ye, lê Iraqê li vî warî tevdîrên taybet girtinen ber xwe.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Pêspartiya hêzên hevpeymaniya navneteweyî tenê hîndekarî, rawêjkariya leşkerî, biçekkirina hêzên iraqî, piştgiriya locistîk û piştgirîya hewayî ji êrîşên Iraqê ye.

Ebadî careke din li ser neyarîya li hemberî hebûna hêzên tirkan li axa Iraqê pêgirî kir û got: Rayedarên tirk li vî warî gotinên dijhev tînin zimên.

Serokwezîrê Iraqê tevî sipasiya ji piştgiriya parlimana Iraqê ji dewletê li mijara destdirêjiya leşkerî ya Tirikiyê ser axa Iraqê, yekdengî û yekhelwêstiya navxweyî li vî warî girîng da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu