Serokwezîrê Iraqê qala azadkirina Mûsilê ya di demeke nêzîk da kir.
Li gorî rapora têlêvîziyona Iraqiyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja pêncşemiyê li civîna taxima bilind a hevahengiya parêzgehên Iraqê ragihand: Azadkirina Mûsilê nêzik e û armanca girîng a Iraqê li vî şerî filitîna ji têrorîsma DAIŞ`î ye.
Ebadî got: Teqînên vê dawiyê li Bexdayê li çarçova hewildana têrorîstan ji bo behrewergirtinnên mêdyayî ye, lê Iraqê li vî warî tevdîrên taybet girtinen ber xwe.
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Pêspartiya hêzên hevpeymaniya navneteweyî tenê hîndekarî, rawêjkariya leşkerî, biçekkirina hêzên iraqî, piştgiriya locistîk û piştgirîya hewayî ji êrîşên Iraqê ye.
Ebadî careke din li ser neyarîya li hemberî hebûna hêzên tirkan li axa Iraqê pêgirî kir û got: Rayedarên tirk li vî warî gotinên dijhev tînin zimên.
Serokwezîrê Iraqê tevî sipasiya ji piştgiriya parlimana Iraqê ji dewletê li mijara destdirêjiya leşkerî ya Tirikiyê ser axa Iraqê, yekdengî û yekhelwêstiya navxweyî li vî warî girîng da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)