Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku: “Tişta me li Kerkûkê kiriye tenê bicîhanîna erkeke destûrî ye ji bo selimandina desthilata federalî û parastina samanên nîştîmanî ye.”
Herwiha Ebadî daxwaz ji hêzên pêşmerge jî kir ku weke beşek ji hêzên çekdar ên Iraqê, di bin fermandariya serkirdetiya navendî de erkên xwe bicîh bînin.Ev çend roj e Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî hêzên xwe anîbûn Başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina bajêr û navçeyên wê didan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)