Ebadî: Bila leşkerên tirk ji Iraqê derkevin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dubare diyar kir ku hebûna leşkerên tirk a li Iraqê, ji têkoşîna li dijî DAIŞê re pirsgirêkan derdixe lewma ji divê ji Iraqê derkevin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh êvarê di civînekî çapemeniyê de, aciziya xwe ya derbarê hebûna leşkerên tirk yên li Iraqê anî ziman û daxwaza derketina wan kir.
Ebadî diyar kir ku ew qet naxwazin li gel Tirkiyeyê rastî aloziyan bên lewra ew ji hebûna leşkerên tirk yên li Iraqê gelekî aciz in. Ebadî diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk ên li Iraqê ji têkoşîna dijî çeteyên DAIŞê re pirsgirêkan der dixe û got: “Daxuyaniya Erdogan ya li ser operasyona Mûsilê gelek ecêb e. Ji ber ku wê qet rolekî Tirkiyeyê di opersyona Mûsilê de nebe. Em ê piştî amadebûna hemû hêzan, ji nû de saeta operasyonê diyar bikin. Em naxwazîn qet lihevkirinek ligel leşkerên Tirk hebe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)