IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî dawiya hikûmeta DAIŞ`ê li Iraqê ragihand

Serokwezîrê Iraqê li peyameke ji Twitter`ê dawiya hikûmeta xwebinavkirî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê ragihand û got: “Em ê hemî endamên DAIŞ`ê an bikujin an hîsîr bikin“.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El Iraqiyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja pêncşemiyê li vê peyama xwe ya Twitter`î nivîsî: “Azadkirina mizgefta El Nûrî û vegerandina vê mizgefat qedîmî bo hembêza welêt, bi wateya ragihandina dawiya `Hikûmeta batil a DAIŞê` li Iraqê ye“.

Mizgefat El Nûrî hema cih e ku serkirdeyê DAIŞ`ê Ebu Bekir El Bexdadî di Hezîrana sala 2014`an da Xelafet ragihandibû“.

Li vî halî têlêvîziyoniya dewletê ya Iraqê tevî qutkirina bernameyên xwe yên asayî û weşandina stran û  awazên hemasî pêşwaziya li nûyea ragihandina azadiya Tam a Mûsilê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu