CîhanEwropaNûçe

Makron xwestekên êlegzeran qebûl kir

Serokomarê Fransayê, Êmanûêl Makron li axaftineka ji têlêvîziyonê serê axir xwestekên neraziyan qebûl kir û qala “Kiryarên lezgîn” ji bo bersivdayîna bo miajrên sereke yên abûrî û civakî kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Êmanûêl Makronê serokoamrê Fransayê li vê axaftinê soz da fransiyan ku “Hemî amûran” jibo vegeriyana aramiyê bo welêt bi kar bîne.

Makronî got: Dewlet bi kiryarên bihêz, bi kêmkriina zêdetir a bac û xeracê di dema herî lez da, her wiha bi kontrola xercên dewletê bersivê dide mijarên sereke yên abûrî û civakî.

Serokomarê Fransayê soz da ku kêmkirina bac û xeraca lis er karkerên kêm derhat dilezîne û plana zêdekirina bac û xeracê ji bo kesên malnişînbûyî dê betal bike.

Êmanûêl Makronê serokomarê Fransayê destnîşan kir ku destheq herîkêm a mehê heta 100 Euroyê dê were zêdekirin û bac û xeraca li ser xebata zêde ji asta asayî dê ji 1ê Çileya sala tê da were rakirin.

Xwenîşandana li Fransayê ji roja 17ê Mijdarê va bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara dewleta vî welatî ji bo sepandina tarifa zêde li ser bihayê sotemeniyê dest pê bû; Lê piştra nerazîtîya li hemberî zêdebûna xercên jiyanê û bi giştî siyasetên abûrî yên dewleta Frasnayê jî lê zêde bû.

Dewleta Frasnayê di du qonaxan da ji plana ku bûye sebeba nerazîtiyan, paşve kişiyaye.

Başa dön tuşu