Serokwezîrê Iraqê ji hemî welatî û hevalbendiyên vî welatî wxest ku bila rêzê ji encamên hilbiajrtinên parlemanî yên Iraqê bigrin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya El-Alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê got: Li bara nerazîbûnên têkildarê encamên hilbijartinê divê riyên qanûnî werin şopandinê.
Ebadî her wiha got ku ji bo avakirina dewleta Iraqê ya herî bi hêz ku bêyî her cure gendelî û pişkxwaziyê be , hevkariyê bikin.
Nêzîkî 11 milyon iraqî beşdarê hilbiajrtinên parlemanî yên duh bûn û asta beşdariya iraqiyan li vê hilbiajrtinê sedî 44.5 hatiye raghandin.
Li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê 320 partiyên siyasî, hevalbendî û lîsteya hilbijartinê hevrikî kirin. Ji nav 6999 berbijaran, dê 329 kes derbasî parlemana Iraqê bibin.
Komîsyona hilbijartinên Iarqê encamên hejmartina dengan li 10 parêzgehên Babil, Wasit, El-Enbar, Bexda, Diyalê, El-Musena, Qadisiyê, Besre, Zî qar û Kerbelayê raghand ku li gor wê lîsteya Fathê ser bi Hadî Amêrî li 5 parêzgehan û Sairûn ser bi Muqteda Sedr li 4 parêzgehan li pêş in. Hevalbendiya El-Nasrê bi serokatiya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li pileya din de ye.