IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê dibistan da ber agir û 2 sivîl kuştin

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst DAIŞê dibistaneke li bakurê parêzgeha Cuzcanê ya li navçeya Kuş Tepeyê şewitand.

Serokê Asayîşa Cuzcanê Fakîr Muhammad Cuzcanî diyar kir ku milîtanê DAIŞê piştî êrîşa ser herêma Garden a Kuş Tepeyê, dibistan kuran a li herêmê jî dane ber agir û şewitandine.

Cuzcanî da xuyakirin ku pevçûnên navbera milîtanan û hêzên ewlekariyê bi qasî hefteyekê ne berdewam dikin û endamên rêxistinê piştî dagirkirina herêma Gardenê 2 kesên sivîl bi hinceta piştgirîdana dewletê kuştine.

Fakîr Muhammad Cuzcanî ragihand ku dê li demeke nêzîk li herêmê operasyan were destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu