IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Demekî nêzîk de şerê Mûsilê de zelalbûn dê pêkbê

Fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê ragehand, armanca hikûmetê ew e ku qurbaniyên di nav rêzên hêzên ewlehiyê û herwaha hemwelatiyan di şerê rizgarkirina Mûsilê de kêm bibe û diyar kir: ‘’Demekî nêzîk de şer ê Mûsilê dê zelal be û temam be.’’

Buroya serokwezîrtiyê di daxuyaniyekê de ragehand: ‘’Serokwezîrê Iraqê û fermandarê leşkerî û hêzên ewlehiyê Heyder Ebadî di operasyonên Nînowa de civînek pêkanî.’’

Amaje bi vê yekê jî kir ku: ‘’Ebadî destxweşî li fermandarê leşkerî û ewlehiyê kiriye û heman demê de hêzên di şer de ne wê bi plana şer ve girêdayî bimînin.’’ herwaha got: ‘’Armanca me hejmara qurbaniyan a hêzên ewlehiyê û hemwelatiyan kêmtir bike.’’

Herwaha got, şerê rizgarkirina Mûsilê di demekî nêzîk de dê zelal bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu