ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Em bi dû rêketinek tev Amerîkane bona ku bikaribin dewamê bidin dan û istandinên xwe tev Îranê

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Em bi dû rêketinek tev Amerîkane ne bona ku bikaribin dewamê bidin dan û istandinên xwe tev Îranê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku îro sêşemê dêî taximek ji wî welatî seredana Amerîka bikin  ta ku li ser dan û istandinên tev îranê li dewrana boykotên Amerîka dijî îranê biaxivin.

Ebadî pêştir ji boykotên zalimaneye Amerîka dijî Îranê rexne kiribû.

Endamê Hevalbendiya Feth a Iraqê  jî pêştir gotibû ku Dewleta pêşerojê ya Iraqê pêbendî boykotên Amerîka dijî Îranê nabe û gotinên Heyder Ebadî li bara peyrewîkirina ji boykotên Amerîka dijî Îranê serêxwe nagire ji ber eva biryareke amerîkî ye û biryara Rêxistina Netewên Yekgirtî nîne.

Amir Fayêz Endamê Hevalbendiya Feth bal kişande ser viya ku aliyên siyasî li nav Iraqê ji gotinên Ebadî ku ragihand Bexda ji boykotên Amerîka dijî Îranê peyrewiyê dikeecêbmayî man got:  Dewleta pêşerojê ya Iraqê pêbendî boykotên Amerîka dijî Îranê nabe.

Amir Fayêz bal kişande ser peywendiya abûra Iraqê bi abûra Îranê got: Eger Iraq ji boykotên Amerîka dijî Îranê peyrewiyê bike pişka xusûsî ya abûra Iraqê dê rastî zererê were û pêwîste Bexda tev Waşîngtonê gotûbêjê bike ta ku Bexda derve ji van boykotan tev Îranê dewamê bide dan û istandinên xwe yên tecarî.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, derketin waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî  û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî bertek û şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Bi awayekî ku Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê wek aliyên din ên Rêketinameya Atomî ya digel Îranê destnîşan kirine ku pişta vê lihevikirinameya navneteweyî digirin.

Başa dön tuşu