IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Em dabeşbûna xaka Iraqê qebûl nakin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh êvarê di civîna xwe ya heftane de behsa nîqaşên di navber Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku ji ber herêmên nakokî li ser wan hene derdikevin. Ebadî di vê mijarê de wiha axivî: “Piştî hilweşandina Sedam hinek herêm wek herêmên nakokî li ser wan hene, di destûra Iraqê de hatin bicîkirin. Wek Kerkûk, Diyala, Selahadîn û Mûsil. Di destûrê de divê ji b ovan herêman çareserî çêbibe. Pêwîstbû ku di nava 13 salên derbasbûyî de li ser çarenûsa van herêman referandûm pêk bihata. Lê belê pêk nehat.”

Ebadî di berdewamiyê de destnîşan kir ku li şûna lihevkirinekê nakokî li ser van herêman di navbera Bexda û Hewlêrê de heye û wiha got: “Ger ev nakokî berdewam bikin, em nekarin van herêman jinûve ava bikin. Penaber jî nikarin careke din vegerin ser xaka xwe. Di vê di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de ji bo jiyana bihev re, lihevkirin û yekbûnek hebe.”

Heyder Ebadî li ser nîqaşên ku dibêjin Iraq di pratîkê de bûye 3 beş jî nirxandin kir û wiha pê de çû: “di çend salên dawî de hinek kes di wê baweriyê de bûn ku Iraq nemaye û bûye çend beş. Di pratîkê de jî jixwe DAIŞê ev yek kir û em û Herêma Kurdistanê jihev cuda kir. DAIŞê dest danî ser van herêman. Lê bele şukir ji Xwedê re ku me ev yek ji holê rakir. Niha jî ger her aliyek li ser dabeşbûna xaka Iraqê biaxive, em red dikin. Em dabeşbûna xaka Iraqê qebûl nakin û red dikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu