Serokwezîrê Iraqê dilnîyayî da gelê Iraqê ku hêzên ewlehîyê, yê serê DAIŞ`ê qut bikin û vê koma têrorîst tu cihek li Iraqê tineye.
Li gorî rapora malpera kanala nûçan a El-Alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li gotûbêjekê li televîzyona fermî ya vî welatî got: Ez dilniyayîyê didim gelê Mûsilê ku hêzên me yê ber bi gund û dever û her derên ku gel li wir in, pêşda herin û jibo rizgarkirina gel fidakarîyê bikin.
Ebadî herwiha got: Azadkirina Mûsilê armanceke birûmet a iraqî ye. DAIŞ`ê tu cihek li vî welatî tineye. Hin kom jî hene ku jibo jinûve avedankirinê û xizmetguzarîyê piştî derxistina DAIŞ`ê amade ne.
Nivîsgeha Heyder Ebadî duh ragihand ku ew jibo çavdêrîya ser liv û tevgerên hêzên serbazî çûye devera opêrasyonê li Nêynewayê.
Efserekî dezgeha dijî têrorê ya Iraqê ji ajansa “Reuters“ re ragihand ku hêzên Iraqî duh gihêştin nava taxa Keramê ya bajarê Mûsilê û niha şer û pevçûn di navbera hêzên iraqî û çekdarên DAIŞ’ê de berdewam e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)