Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev serokê Herêma Kurdistana Iraqê got: Em gihîştin qonaxa dawiyê ya azadkirina Mûsilê.
Li gorî rapora Tasnim News`ê ji zarê Meyadînê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna xwe ya çapemeniyê digel Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê got: Iraqê bi saya hewildana hêzên artêş, polîs, hêzên xwebexş ên gelanî û hêzên Pêşmerge dê li şerê rizgarkirina Mûsilê bi ser bikeve.
Wî destnîşan kir ku îsal dê sala azadkirna tam a Iraqê be.
Ebadî bi gotina viya ku nift û gaz ya hemî iraqiyan e li ser çareserkirina hemî pirsgirêkên mayî digel Herêma Kurdistanê pêgirî kir.
Barzanî jî li vê civînê got: Em ji bo piştgiriya ji Ebadî û dewleta wî her viha piştgiriya ji hewildanên pêkhatî ji bo azadkirina navçeyên Iraqê hatine vir.
Wî her viha got: Em amade ne ku ji bo wêdadayîmna hemî berbend û kêşeyên ku dewlet tûşî wan bûye ji wan qeyrana malî û bûyera awareyan hewilê bidin.
Kosret Resûl berî viya gotibû ku sefera Barzanî bo Bexdayê gelek girîng e û li vê seferê gelek ji mijarên hestiyar ji wan dewama qutkirina para herêmê ya bûdceyê, zêdekirina hewildanên hevpar li şerê dijî DAIŞ`ê û hevahengiya ji bo azadkirina bajarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê dê werin hilklandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).