ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Em li warê şerê dijî DAIŞ`ê hewcedarê piştgirîyên Îranê ne

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna çapemenîyê ya heftane bi ragihandina vê yekê ku Bexda li têkoşîna dijî DAIŞ`ê hewcedarê piştgirîyên Têhranê ye, ragihand ku opêrasyona dijî DAIŞ`ê didome û niha ewlewîyeta dewleta Iraqê, azadkirina deverên dagirbûyî yên vî welatî ye.

Ebadî herwiha got: Mixabin li xwepêşandan û kiryarên sedema mixabinîyê yên şembîya buhurî hin kes bûn gorî, her zîyana ku bigihêje hêzên ewlehîyê yan xwenîşanderan, bareke giran dide ser milê me. Serokwezîrê Iraqê herwiha gto: Em li ser helwesta misoger a dewletê ya mafê lidarxistina xwepêşandana biaştî disekinin, dewlet û hêzên ewlehîyê erkdar in ku xwepêşanderên aram biparêzin.

Ebadî herwiha got: Dezgehên ewlehîyê yê êrişkerên ser welatîyan bişopînin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha biryara qedexeya derbasbûna iraqîyan nav Amerîkayê biryareke neguncav zanî û got ku serokomarê Amerîkayê li peywendîya telefonî ya vê dawîyê soz da ku ji helwesta qedexeya derbasbûna welatîyên iraqî bê xwarê û vekişe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu