IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî fermanek nû ji bo operasyona Mûsilê da

Serokwezîrê Iraqê û serfermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî fermanek nû derbarê operasyona Mûsilê de da û ragehand divê êdî operasyon bi serkeftinên berdewamî ve ber bi dawiyê biçe.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, di serdana duh ya Ebadî de ku li gel fermandarên leşkerî û ewlehiyê civiya û şerê Mûsilê û yekalîkirina wî şerî di demeke nêzîk de gotûbêj kirin.

Ebadî rênimayên nû arasteyî fermandaran kir, bo bi berdewamî serkeftinan bidest bixin. Herwiha tekezî li girîngiya parastina canê xelkê sivîl û leşkeran jî kir.

Operasyona hêzên Iraqî bo kontrolkirina bajarê kevin ê Mûsilê ji ber hebûna nişteciyên sivîl û tengbûna kolanan, rastî hin berbestan bû, bi taybet kuştina welatiyên sivîl, bû sedema rawestandina 3 rojan ya wê operasyonê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu