AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Ger Tirkiye li dû şêrr e, em amade ne

Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku ger Tirkiye li dû şêrr digere welatê wî jibo şêrr amade ye.

Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê Meyadînê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê got: Her cure êrişa  hêzên  Tirkiyê ser Iraqê dê bibe sedema  hilweşiyana Tirkiyê.

Wî li axiftinekê li civîna rojnamevaniyê bal kişand ser hitmala  bêîhtiyatiya Tirkiyê li vê barê û got: Em hêvî dikin ku Tirkiye vê bêîhtiyatiyê neke.

Ebadî got: Em naxwazin ku bi Tirkiyê re şêrr bikin lê, ger ew şêrr dixwezin em amade ne.

Serokwezîrê Iraqê her wiha  tevî pêşewaziya ji her cure navbeynkariya Îranê di navbera welatê xwe û Tirkiyê de got: Îranê li vê barê navcîtî nekiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu