Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku ger Tirkiye li dû şêrr digere welatê wî jibo şêrr amade ye.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê Meyadînê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê got: Her cure êrişa hêzên Tirkiyê ser Iraqê dê bibe sedema hilweşiyana Tirkiyê.
Wî li axiftinekê li civîna rojnamevaniyê bal kişand ser hitmala bêîhtiyatiya Tirkiyê li vê barê û got: Em hêvî dikin ku Tirkiye vê bêîhtiyatiyê neke.
Ebadî got: Em naxwazin ku bi Tirkiyê re şêrr bikin lê, ger ew şêrr dixwezin em amade ne.
Serokwezîrê Iraqê her wiha tevî pêşewaziya ji her cure navbeynkariya Îranê di navbera welatê xwe û Tirkiyê de got: Îranê li vê barê navcîtî nekiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)