Nivîsgeha Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê îro piştî nîvro bi daxûyaniyekê raghand ku li çarçoveya fermanên wî ji bo reformên li wezareta karebayê û nûkirina pêkhateya wê li gor berjewendiyên welat û gel û dabînkirina cereyana pêdivî ji bo welatiyan, fermana wêdebirina hejmarek ji rêveberên giştî yên vê wezaretxanê hatiye dayîn.
Nivîsgeha Ebadî li vê barê teqez kir ku bi fermana wî, rêveberên giştî yên beşên îdarî, peyman û girêbestan û xebitandina sermayê û belavkirina cereyana Bexadyê li Wezareta karebayê ji kar hatine derxistin û li beşên din jî ji wan li beşa hiqûqî, birêxistin û kontrolê jî guhertin pêk hatine.
Di hemen demê de, çavkaniyeke egehdar jî li gotûbêja bi Sumeriye News`ê re raghand ku hevgavê fermana Ebadî li bara wêdebirina Reid Qasim, rêberê giştî yê beşa peyman û girêbestan û xebitandina sermayê yê wezareta karebayê ya Iraqê, fermana zivirandina dosiya wî bo “Taxima Nezahê“ wek “Saziya rawestana li ber gendeliya îdarî û aborî û safîkirina meselan“ jî hatiye dayîn.
Eva li halekî ye ku navçên cuirbicur ên Iraqê bi taybet parêzgehên li navend û başûrê vî welatî ji ber rewşa aloz a xizmetên giştî ji wan kêmasiya karebayê aciz bûne û ji ber vê meselê jî xwenîşandanên berfireh li hin parêzgehan bi rê ketine.