ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Heke hemî dinyayê bidin jî em nabin dijminê Îranê

Serokwezîrê Iraqê pêkutî kir: Heke hikimdarîya hemî dinyayê bidin Iraqê û bixwazin vî welatî belaş ji nû ve ava bikin, dewleta Iraqê ti wexta desta ji peywendîya ligel Komara Islamî ya Îranê nakêşe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî bereberê seredana xwe ya Rîyazê li koma nûçegihanan bal kişand ser hewldana Amerîkayê jibo dûrxistina Iraqê ji Îranê û got: Dewleta Iraqê bi ti awayî rê nade ku Iraq bibe meydana şerê ligel Îranê yan warek jibo êrişa ser Komara Islamî ya Îranê.

Ebadî pêkutî kir: Hin welat dixwazin Iraq bibe meydana şerê navnetewî lê, Iraq ji pevçûnên navnetewî xêrê nabîne û di wan de destwerdanê nake.

Serokwezîrê Iraqê ji sepandina boykota aborîyê ser Qeterê ji hêla hin welatên derdora Kendava Farsê va rexne girt û got: Bexda li dijî sepandina boykot û dorpêçî ser miletan da ye û tenê divê tawanbar bikevin ber lêpirsînê.

Heyder Ebadî li dewama axavtina xwe tevî piştgirîya dubare ji hêzên Heşdi Şeibî, li bara opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê got: Tenê pişka Kevin a Mûsilê maye û têrorîst li vê deverê tam hatine dorpêçkirinê û tûşî şerê rewanî bûne.

Serokwezîrê Iraqê li beşeke din a axavtina xwe, giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî zanî û pêkutî kir: Dewleta fêdêral a Iraqê ti piştgirî an pişkdarîyekê li vê giştpirsîyê nake û cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê yê pirsgirêkên vê herêmê zêde bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu