IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Her cure destwerdana Tirkîyê li Mûsilê yê bibe sedema şerekî mezin

Serokwezîrê Iraqê li bara her cure destwerdana Tirkîyê li Mûsilê hişyarî da û got ku ev kara yê bibe sedema birêketina şerekî mezin.

Li gorî rapoa malpera Somerîye NEWS`ê, Heyder Ebadî şeva buhurî li civîna şêwirîna ligel hejmarek çalakên mêdyayî, ragihand ku dilgiranîyên welatê wî li bara armancên Tirkîyê li Mûsilê cidî ne û hişyarî da ku heke Tirkîye li Mûsilê destwerdanê bike yan hêzên xwe bişînê, yê şerekeî mezin bilî şerê dijî DAIŞ`ê destpê bibe.

Serokwezîrê Iraqê li dewama xeberdana xwe got: Sîyaseta Tirkîyê li hemberî cînaran giheştîye sînorê hişyarkirinê û pêkanîna pirsgirêkeke mezin.

Ebadî pêkutî kir ku hin cinayetên têrorstî li Iraqê bi rîya hin welatên cînar pêk hatine.

Wî her wiha got: Welatê Iraqê niha di warê şerê dijî DAIŞ`ê da agahî û tecrubeyên baş bi dest xistine û ev yeka Iraqê li hemberî vê koma têrorîst diparêze lê, xetera vê komê jibo welatên dorhêla kendava Farsê zef mezin û cidî ye.

Wezîrê berevanîya Iraqê jî berî vîya tevî pêkutîya ser derketina lezgîn a hêzên çekdar ên Tirkîyê ji pêgeha Beşîqê li nêzîkî Mûsilê, ragihand ku Bexda li dijî her cure daxwaza jibo pişkdarîya serbazên Tirkîyê li opêrasyona azadkirina Mûsilê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu