Serokwezîrê Iraqê li bara her cure destwerdana Tirkîyê li Mûsilê hişyarî da û got ku ev kara yê bibe sedema birêketina şerekî mezin.
Li gorî rapoa malpera Somerîye NEWS`ê, Heyder Ebadî şeva buhurî li civîna şêwirîna ligel hejmarek çalakên mêdyayî, ragihand ku dilgiranîyên welatê wî li bara armancên Tirkîyê li Mûsilê cidî ne û hişyarî da ku heke Tirkîye li Mûsilê destwerdanê bike yan hêzên xwe bişînê, yê şerekeî mezin bilî şerê dijî DAIŞ`ê destpê bibe.
Serokwezîrê Iraqê li dewama xeberdana xwe got: Sîyaseta Tirkîyê li hemberî cînaran giheştîye sînorê hişyarkirinê û pêkanîna pirsgirêkeke mezin.
Ebadî pêkutî kir ku hin cinayetên têrorstî li Iraqê bi rîya hin welatên cînar pêk hatine.
Wî her wiha got: Welatê Iraqê niha di warê şerê dijî DAIŞ`ê da agahî û tecrubeyên baş bi dest xistine û ev yeka Iraqê li hemberî vê koma têrorîst diparêze lê, xetera vê komê jibo welatên dorhêla kendava Farsê zef mezin û cidî ye.
Wezîrê berevanîya Iraqê jî berî vîya tevî pêkutîya ser derketina lezgîn a hêzên çekdar ên Tirkîyê ji pêgeha Beşîqê li nêzîkî Mûsilê, ragihand ku Bexda li dijî her cure daxwaza jibo pişkdarîya serbazên Tirkîyê li opêrasyona azadkirina Mûsilê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).