IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Hêzên amerîkî hêdî hêdî dê ji Iraqê derkevin

Ebadî ji plilana hevpare Iraqê û Amerîka bona derketina hêzên eskerî yên Amerîka ji nav axa Iraqê xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Press konferansekê li bara çawaniya kêmbûna hêzên eskerî yên Amerîka li nav axa Iraqê got: Iraqê çaxê êrişa terorîstên DAIŞ`ê bi fermî ji Amerîka daxwaza piştevaniyê kir ku ji ber vê daxwazê nîzikî 10 hezar eskerên navnetewî hatine Iraqê.

Ebadî bal kişande ser pilana hevpar a Amerîka û Iraqê bona kêmkirina hêzên eskerî yên Amerîka li nav axa Iraqê û got: Hêzên eskerî yên Amerîka hêdî hêdî ji nav Iraqê derdikevin ji ber ku hîn jî xetera terorîstên DAIŞ`ê heye û hêtimala ketina terorîstên DAIŞ`ê ji nav axa Sûriyê bo nav Iraqê heye û niha DAIŞ hêzên xwe yên xwekujî bona şandina nav welatên curbicur perwerde dike.

Ebadî got: Iraqê bona sekinîna li hemberî xeteran, hewcetî bi piştevaniya hewayî heye bitaybet bona kuntrolkirina sînorên xwe yên hevpar tev Sûriyê ji ber ku hîn jî terorîst xelkê sivîl dikene hedef loma prosa çûna eskerên Amerîka ji nav axa Iraqê hêdî hêdî dê cih were.

Wî got: Li şerê dijî terorîzmê hewceye ku civata cîhanî hemû alîkariya hevdu bike ji ber ku terorîzm xeterek ji bo hemû welatên cîhanê ye û pîwîste hemû li hemberî terorîstan rawestin.

Ebadî herwisa got: Tu zextûzorek li ser awareyan tune ku bizivirin navçên xwe .

Başa dön tuşu