IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Hinek ji qumandên Heşda Şeibî gef li min xwarin

Serokwezîrê Iraqê eşkera kir ku hinek ji rêberên Heşda Şeibî gef li wî xwarine.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ji zarê televîzyona Skayî Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li rêûresma teblîxata hilbijartinê ya li parêzgeha Necefê gef li hin qumandên Heşda Şebî xwar ku ew ê hûrgiliyên li ser terorkirina serokê îdara malî ya Heşda Şebî ku bona nasandina gendelîkaran alîkariya dewletê kiribû, eşkera bike.

Wî destnîşan kir ku hin rêberên Heşda Şeibî li wî gef xwarine.

Ebadî li bara dewama van cure gefan hişyarî daye rêberên Heşda Şeibî.

Başa dön tuşu