IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Iraq li dij tecrîda Qeterê ye

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Bexda dijberê tecrîda Qeterê ji aliyê Erebistanê û hevalbendên Riyazê ye ji ber ku ev biryara zirzr û ziyanê digihîne xelkê sivîl.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fras News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişande ser sefera xwe ya îro bo Riyazê û ragihand ku Bexda dijberê tecrîda ser Qeterê ji aliyê Erebistanê û hevalbendên Riyazê ye ji ber ku ev biryara derbê li xelkê sivîl têxe û ew dê ji karbidestên Erebistanê bixwaze ku siyaseteke nerm li hemberî Qeterê bigre ber xwe.

Gelek ji welatên wekî Komara îslamî ya Îranê dijberê dorpêçkirina Qeterê ne.

Erebistanê hevrê digel Mîrîtiyên Yekgirtî yên Erebî, Behrêyn, Misr, Dewleta rojhilata Lîbyayê, Giravên Maldîvê, Morîtanî û serokomarê reviyayî û istîfakirî yê Yemenê, peywendiyên xwe yên siyasî digel Qeterê qut kirin û Urdinê jî asta peywendiyên xwe tev Qeterê kêm kiriye.

Başa dön tuşu