İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ebadî: Ji bo pêkanîna hikûmetê pêwîstiya me bi hevahengiyeke zêdetir heye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ji bo pêkanîna hikûmetê wan di nav aliyan de pêwîstî bi hevahengiyeke zêdetir heye.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku duh li Brûkselê beşdarî civîna NATO`yê bû, di bersiva pirsên nûçegîhanan têkildarî pêkanîna kabîna nû de got: “Aliyên siyasî di hewldanekê de ne ku bo pêkanîna hikûmetê bigihêjin rêkeftinekê. Iraqiyan pêwîsti bi hikûmetek berfireh û bihêz hene.”

Heyder Ebadî amaje bi wê yekê jî kir ku divê hemû pêkhate di pêkanîna hikûmetê de beşdar bin û got: “Em ji bo avakirina hikûmetê li benda ragihandina encamên dawî yên hilbijartinê ne.”

Ebadî herwiha anî zimên ku Iraqê peywendiyeke bihêz ligel endamên NATO`yê heye û alîkariyên NATO`yê bo Iraqê berdewam in.

Ebadî di dewama axaftina xwe de herwiha got: “Bo pêkanîna hikûmetê pêwîstiya me bi hevahengiyeke zêdetir heye.”

Exit mobile version