Piştî berfirehbûna nerazîbûnên gelanî yên Iraqê, serokwezîrê vî welatî partî û hêzên siyasî vexwendin ku bila ji bo çêkirina Iraqê û çarserkirina pirsgirêkên wê bibin yek.
Xwenîşandanên itirazî yên gelê Iraqê li dijî gendeliya dewletî û lawaziya gîhandina xizmetên giştî bi taybet qutbûna cereyanê, kêmavî, pirgirêka kar û şuxilînê, vê adwiyê li bajarê Besrayê li başûrê rojhilata Iraqê dest pê bû bi destxwe gihêştiye parêzgehên navendî û başûrî ji wan Bexdaya paytexta vî welatî.
Li gorî rapora televîziyona Meyadînê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê her wiha ser cidîbûna li warê raberkirina xizmetan bo welatiyan, xebitadina sermayê, avedankirin û dabînkirina derfetên kar û xebatê jibo hemî welatiyan, her wiha geşkirina aboriya Iraqê sekinî.
Ebadî hişyarî da: Heke bingeha hikûmetê kêşe û par û pişikxwazî be, dê encam, sernixûnbûna wê be.