ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya rêberê giranqedir ê cihana Islamî li ser berxwedana li hemberî çanda sepandî ya zilhêzên cehanê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê mijara `Cîhanîbûnê` û temîyên amerîkî û ewropîyan bo Îranê li warê tevlîbûna nav `Malbata Cîhanî` mînakeke berbiçav a hilêxistina çanda hewcedarîya li bîyanîyan da zanîn.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî îro li hevdîtina tev bijare û jêhatîyên warê zanistê, bibîr xist, neyarîya li hemberî tevlîbûna nav tişta ku rojavayî “ civaka cîhanî“ bi nav dikin bi wateya neyarîya li hemberî têkilîyên bi derve ra nîne belkî bi wateya berxwedana li hemberî çanda sepandî ya zilhêzan ser abor, sîyaset û ewlehîya welêt e.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî bal kişand ser dijminatîya zilhêzên şeytanî li hemberî her cure pêngava neyar û got: Gotina yek ji rayedarên amerîkî li bara piştgirîya Îranê ji berxwedanê û dewama boykotên li dijî Îranê, rastîya reşbînîya li bara Amerîkayê ye.

Wî li dewama xeberdana xwe bal kişand ser daxûyanîya vê dawîyê ya YE`yê ku têda behsa imkan û potansîleyên berfire yên Îranê hatîye kirinê û got: Axavtina li bara imkanên pêşketinê û çavkanîyên insanî û xwezayî yên Îranê gef û gurr nîne belkî rastîyek e ku welatên rojavayî li bara wan li xwe mukur tên.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê pêgîrî kir ku amerîkî bêguman li hemberî “ îraneke bi potansîyelên bi vî rengî yên pêşketinê û hikûmeta îslamî“ têdikoşin û femkirin û nirxandina vê babeta girîng di nava bijareyên ciwan da yê alîkarîyê bide wan jibo cihanîna erkên wan ên dîrokî.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî bal kişand ser pirsgirêk û kêşeyên roja îro yên civaka mirovantîyê û asêbûna hizrên madî û cîhan hewcedarê gotineke nû li meseleyên insanî û pirsgirêkên navnetewî zanî û pêkutî kir ku rikeberîyên hilbijartinên li Amerîkayê û mijarên ku di navbera her du berbijaran da tên hilêxistinê, mînakeke berbiçav û aşkira ji nebûna meinewîyet û îmanê li cem xwedîyên desthilatê ne.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha bibîr xist, di hefteyên pêşda yek ji du berbijarên niha yên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê yê bibe serokomarê/a welatekî ku xwedîyê desthilat, hêz, heyîtî û sîlehên herîzêde yên atomî û mêdyayên herîmezin ên cehanê ye.

Wî armancên mezin ên pêşberî Nizama îslamî wekî hegera pêwîstîya berçavgirtina taybet û cidî ya mijara bijareyan ji alîyê berpûirsan va zanîn û got: Komara Islamî ya Îranê divê bibe welatekî pêşketî, bihêz, birûmet, xwedîyê gotineke nû, hesta rûmet û serfirazîyê, tijî meinewîyet, îman û bibe welatê alahilgirê şaristanîyeta nû ya îslamî.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî got ku armanca sereke ya dijminan, rawestandina hereketa zanistî ya Îranê ye û heke negihêjin vê armanca xwe, yê jibo xalifandina wê hereketê hewl bidin, heke dîsan jî nikarîn yê bala xwe bidin ser reşkirina nav wê û lewitandina wê.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Îslamî li gorî belgeyên malperên cehanî herwiha got: Leza pêşketina Îranê li warê zanistê di qonaxekê da 13 qatî asta navîn a cehanê bû û nabe ev leza dakeve belkî divê zêdetir bibe.

hezretê ayetulah uzma Xaminêyî herwiha ciwanên bijare û şareza xelatên giranbuha yên îlahî û emanetek di destê berpirsan da bi nav kirin û pêkutî kir ku ew ê hertim civaka zanistî û bijareyan biparêze û ji wan berevanîyê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu