IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Me serkeftina dawiyê bi dest xistiye

Serokwezîrê Iraqê ragehand, ku hêzên welatê wan serkeftina dawiyê li ser çekdarên rêxistina tund a DAIŞê bidest xistiye.

Duh êvarê 02.12.2016ê serokwezîr û fermandarê giştî ye hêzên leşkerî yên Iraqê Heyder Ebadî serdana fermandariya operasyonên hevbeş kir û li gel fermandarên leşkerî civiya.

Heyder Ebadî ragehand, ku hêzên wan li hemû eniyan de, di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, pêşdeçûnê de ne û serkeftina dawiyê jî bidest xistine.

Li gor daxuyaniya buroya ragehandina Ebadî, li gel fermandarên leşkerî yên Iraqê gotûbêja çawaniya parastina giyana hemwelatiyên sivîl û leşkerî yên Iraqê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu