AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Mudaxila Tirkiyê li Iraqê nayê pînekirin

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê berêvara sêşemiyê li civîna  rojnamevaniyê li Bexdayê destnîşan kir: Pir ecêb e hin kes li Tirkiyê li dora hev dicivin û ji vî welatî dixwezin ku jibo rizgarkirina  suneyan li Iraqê mudaxil bike di rewşekê ku hêzên iraqî jibo berevaniya ji suneyên welatê xwe li hember DAIŞê şêr dikin.

Ebadî bal kişand ser vê yekê ku li du sal û nîvên buhurî ku DAIŞ li halê kuştina xelkê Iraqê ji wan sune û şîeyan bûye Enqerê tu alîkariyek jibo rawestana li ber terorîstan li Iraqê bo Bexdayê nekiriye û got : Tirkiye tenê dixweze ku pirsgirêkên Iraqê zêde bike.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku Bexda ne tenê li dû zêdekirina nakokiyan tev Enqerê nîne belkî  hewil daye ku nakokiyan kêm bike û got: Gefên Tirkiyê li dijî Iraqê tim didomin.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku ev welata tu carî li dû şerê li hember Tirkiyê nebûye û tekez kir: Dewama mudaxilên  Enqerê li karûbarên navxweyî yên Iraqê reng e  agirê şêr li navçê gur bike ku ev şera dê pêsîrê Tirkiyê jî bigre. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu