CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî Amerîka yê tehdît kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Ger Emerîka boykotên li dijî Îranê bidomîne, Têhran dikare di demeke kurt de ji rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê de derkeve.

Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê li civîan hilkolandina  dengê baweriyê yê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bo wezîrên pşniayrkirî bo kabîneya nû got: Bila rayedarên  Emerîkayê bizanin ku tecruba işkestxwarî ya boykot û sepandinê, dewletên  xwe yên berê bikşînin ser maseya muzakir û ger hez bikin vegerin ser ezmûnên hanê, bêguman Îranê dê di demeke kurt de dê vegere  rewşa  pir pêşketîtir ji dema  destpêbûna muzakiran.

Rûhanî hegera mehnegirtin û bêsoziyên  dewleta Emerîkayê “serketina  Îranê li cihanîn û sekinîna ser berpirsiayrî û bidestxistina mafên xwe û işkesta Emerîkayê li zêdexwaziyan“ da zanîn û got: Xelkê cîhanê li mehên derbasbûyî dîtine ku Emerîka  hevhatinên navneteweyî binpê dike û xêncî bêsoziyên berdewam li rêketinnama navokî, hin hevhatinamên din ji wan r;ketinama Parîsê, hevhatinama  Kûbayê, hevhatinama  ticareta azad a Emerîkaya Bakurî nasiyar bi Neftayê jî bin pê kirine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha  bal kişand ser alugurên  navça rojava  Asiyayê û got: Îran tund û tûjiyên  komên tekfîrî û hewldana jibo bidestxistina  ewlehiyê ji riya girêdayîbûna  bi qawetên  biyanî ve weke pirsgirêka sereke ya ewlehiya navçê dizane û bi nêta xêrê û viyan û morela cidî li dû aramî û aştiya li navçê ye.

Rûhanî tekez kir: Pirsgirêkên navçê tenê rêçareya navçeyî hene û Îran wek navenda aramiyê, destê heavltiyê ber bi welatên  cînar ve dirêj dike û li dû aşaitî û aramiyê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi nasandina  wezîrên pêşniayrkirî, destnîşan kir: Hemî wezîrên pêşniyarkirî, hêz û şiyanên xwe jibo cihanîna  siyasetên  aboriya ser bingeha berxwedanê, berfirehkirin, xizmeta bo gel, cihanîna armancên nizama Komara Îslamî ya Îranê û dabînkirina berjewendiyên  neteweyî bikar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu