NûçeRojhilatanavinYemen

Koleraya li Yêmenê

Hat ragihandin ku ji ber nexweşiya kolerayê ya li Yêmenê, ji destpêkê hetanî îro hezar û 992 kes mirin.

Di rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî da hat diyarkirin ku ji 27 nîsanê ya ku nexweşî derketibû vir da 419 hezar û 804 kes bi vê nexweşiyê ketin û ji wan hezar û 992 kes mirin.

Rêxistinê di raporê da destnîşan kir ku herî zêde li Hace, Hudeyde, Îbb û Taîzê meriv ji ber vê nexweşiyê mirin, ji do vir da 3 kes mirin û ev jî nîşan dide ku rêjeya mirina ji ber vê nexweşiyê kêm dibe.

Hat ragihandin ku hetanî vê gavê 405 hezar û 706 kes ji vê nexweşiyê xilas bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu