AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Boeinga fensî ji tirsa ragihand ku: Em balafiran radestî Îranê nakin

Şirketa çêkirina balafirên geştiyariyê ya Boeingê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew ti balafiran radestî Îranê nakin.

Piştî biryara vekişandina peymana nûkleerî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, şirketên navneteweyî yek bi yek têkiliyên xwe ji Îranê qut dikin. Boeinga frensî jî ragihand ku ew ti balafiran radestî Îranê nake. Herwiha destpêka hefteyê herdu şirketên mezin ên wesayîtan Peugeot û Citroen jî diyar kiribûn ku wê sermayeyên xwe yên li Îranê bidin sekinandin.Li gor nûçeya ajansa Fransayê, berdevkê şirketa çêkirina balafiran a Boeingê ragihand ku ti balafirek radestî Îranê nakin û ti balafir nedane jî, ji ber ku niha û di vê demê de rê li ber me tine ku em balafir bifiroşin Îranê.

Hikûmeta Îranê ji bo 80 balafirên geştê bistînê bi şirketa Boeing a frensî re peyman îmze kiribû.

Başa dön tuşu