Serokwezîrê Iraqê ragihand ku piştî serketina Iraqê li hemberî têrorîsmê, niha sire ya têkoşîna li hemberî gendelîya aborîyê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî şeva buhurî li peyameke têlêvîzyonî bi boneya çilê Îmam Hisên (S) got: Çawan ku em li hemberî têrorîsmê serkevtî bûn, em ê bi wê moral û vînê dest bi têkoşîna li hemberî gendelîyê bikin û ewê jî têk bibin.
Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir: Gendelên warê aborîyê li Iraqê yê bên şopandin û cezaya dadmendane ku hêjayî wan e yê bibe nesîbê wan.
Heyder Ebadî li vê peyamê tevî sersaxîdayîna ji ber çilê Îmam Hisên (S) pêgirî kir ku mesela Aşûrayê û Îmam Hisên (S) meseleyeke mirovî ye ne tenê ya dîn û mezhebekî taybet û divê em hemî bi kiryarên xwe û rastbêjî û fidakarîyê li bereya Îmam Hisên (S) cî bigirin.
Serokwezîrê Iraqê herwiha ji hemî hêzên ewlehîyê û dezgehên têkildar xwest tivdîrên pêwîst ji bo dabînkirina ewlehîya vegera hemî zîyaretkiran jî bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)